FT: Tirkiye ji bo kirîna gazê bi ExxonMobilê re danûstandinan dike

FT: Tirkiye ji bo kirîna gazê bi ExxonMobilê re danûstandinan dike

PeyamaKurd - Rojnameya Financial Times (FT) a Brîtanî ragihand ku Tirkiye ji bo kêmkirina hewcedariya ûzeyê ya bi Rûsyayê, bi kompaniya ûzeyê ya Amerîkî  ExxonMobilê re li ser peymana kirîna gaza xwezayî ya şil (LNG)  danûstandinan dike.

Wezîrê Ûzeyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ji FTyê re got ku Tirkiye hewl dide portfoliyoyeke nû ya dabînkirinê ava bike ku wê kêmtir girêdayî yek aliyekî bibe.

Bayraktar diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi ExxonMobilê re peymaneke demdirêj çêbike û salane 2,5 milyon ton LNG bikire û lêçûna niha ya vê yekê wê bi qasî 1,1 milyar dolar be.

Bayraktar, diyar kir ku dibe ev peyman ji bo deh salan be.

Hewla pêkanîna peymana ku Tirkiye dixwaze bi ExxonMobilê re çêbike di demeke ku henardekirina gazê ya Rûsyayê ya ji bo Ewropayê kêm dibe de pêk hat.

Welatên Ewropayê wek bertek nîşandana şerê ku Rûsya li dijî Ûkraynayê dimeşîne, ji bo rawestandina kirîna gaza Rûsyayê, hewla kirîna gazê ya ji hilberînerên din dane destpêkirin.