PeyamaKurd- Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê, li bajarê Hesekê yê Rojava tetbîqata leşkerî ya hevpar kir.
Li gorî daxuyaniya SOHRê, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê tetbîqata leşkerî ya hevbeş kir.
SOHRê diyar kir ku armanca tetbîqata hevbeş ew e ku ji ber êrîşên asîmanî yên Tirkiyeyê yên li herêmê zêde bûne û li herêmê zêdebûna aloziyên di navbera milîsên Îranî û hêzên Amerîkî de derketiye pêş, hêz û rêbaza şer a leşkeran bê ceribandin.