ANALÎZ | Biryara PDKê plana wan têk bir!

ANALÎZ | Biryara PDKê plana wan têk bir!

PeyamaKurd – Piştî biryarên dawî yên Dadgeha Federalî ya Iraqê ku nehiştina statuya Herêma Kurdistanê û lawazkirina rêveberiya Kurdistanê daye ber xwe, li Iraqê siyaset dikele.

Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 18ê Adarê bi seroktiya Serok Mesûd Barzanî civiya û li ser biryarên Dadgeha Federal ên hilweşandina kotaya pêkhateyan û destwerdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryareke dîrokî der kir.

Li gorî biryara PDKê heta ew biryarên nedestûrî û ferzkirî yên dijî sîstema federalî ya Iraqê neyên hilweşandin PDK beşdariyê li hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 10ê Hezîranê nake.

Hemleya Serok Barzanî ji ezmûneke dîrokî tê

Ev hemleya Serok Barzanî ji ezmûneke dîrokî tê ku Serok Barzanî pir baş dizane bê çi lîstik li ser PDK û Herêma Kurdistanê tê gerandin. Her çiqas Amerîka ji bo domandina hevsengiya ligel Îranê bêyî ku berteka tund ji biryarên Dadgeha Federal re nîşan bide, ji bo biryara PDKê ya beşdarnebûna hilbijartinan nîgeraniyên xwe nîşan dide jî rastî û helwesteke hêz û pêngavên Serok Barzanî pêşbînî nakin jî li ber çavan e.

Bremer ji Serok Barzanî xwestibû Pêşmerge bê hilweşandin

Yekem balyozê Amerîka yê Iraqê Paul Bremer jî bêyî lîstokên li Rojhilata Navîn li ser Kurdan têne gerandin bibîne ji ber rewşa siyasî ya Iraqê nîgeraniya xwe nîşan dabû.

Siyasetmedarê Kurd Rojhat Amedî dibêje, “Kurd vê felaketê dibînin û Serok Barzanî jî çawa ku wê demê destûra hilweşandina Pêşmerge nedabû, niha jî destûrê nade komplo û lîstoka neyasayî û nedestûrî ya hilbijartinan ku ji aliyê meleyên Îranê ve hatiye amadekirin.”

Amerîka felaketa ku Kurd tê de têne kaşkirin nabîne

Amedî behsa wan deman dike û diyar dike, “Erê ew endîşeya Amerîkayê di cihê xwe de ye, lê hê jî Amerîkîyan lîstokên li Rojhilata Navîn li ser Amerîka û hevpeymanên wê yên Kurd têne gerandin baş fêm nekirine.”

Amedî wekî mînak jî balê dikşîne ser helwest û pêşniyara yekem balyozê Amerîka li Iraqê Paul Bremer ku Serok Barzanî red kiribû û bibîr dixe, “Yekem balyozê Amerîka yê Iraqê Paul Bremer jî nîgeraniyên xwe dianîn ziman, lewra ji aliyê Îran û Tirkiyê ve hatibû razîkirin ku hêzên Pêşmerge werin hilweşandin. Lê belê Amerîka û hevpeymanên piştî salan têgihîştin ku Pêşmerge bê di têkoşîna dijî DAIŞê de xwedî girîniyeke çiqas mezin e.”

400 hezar kesên ji sedî 80 PDKyî nikarin deng bidin

Niha dîrok xwe dubare dike û Amerîka bêyî hay ji komploya ji aliyê rejîma îmamên Îranê ve hatiye amadekirin hebe, felaketa ku Kurd ber wê ve têne kaşkirin jî nabîne.

Ev plana ku bi taybetî li ser PDK ya yekane hêza misogerkirina statûya Herêma Kurdistanê û mafên netewî yên gelê Kurd tê kirin, ne nû ye.

Wek mînak; 400 hezar hilbijêrên Herêma Kurdistanê ku ji sedî 80yê wan li herêmên PDKê ne bi sedemeke pûç a bi navê tomarnekirina şopetiliyên wan nikarin dengên xwe di hilbijartinan de bikar bînin. Piraniya wan dengdêran li Hewlêr û Duhokê ne û tenê 28 hezarê wan hilbijêran li Silêmaniyê ne. Di hilbijartinan ew 400 hezar kes ji dengdanê mehrûm hatine hiştin ku ev jî kemîneke li ber PDKê hatiye danîn e.

Hemleya Serok Barzanî plana wan têk bir

Dîsa beriya hemleya Serok Barzanî ya beşdarnebûna hilbijartinan, aliyên siyasî yên dijberên PDKê yên navxwe bi planeke nepen a tiliya Îranê tê de ye, hewl didan ku bereyekê damezrînin li hember PDKê û di hilbijartinên parlamentoyê de bi wergirtina dengên zêde PDKê ji deshilata Herêma Kurdistanê dûr bixin. 

Lê belê Serok Barzanî bi ezmûn û serpêhatiyên xwe yên dîrokî kemîna hatiye danîn ferq kir û beriya wan gav avêt. Êdî dor hatiye ew bifikirin bê wê li hember hemleya Serok Barzanî bikevin nav çi tevgerê.