ANALÎZ | ‘Du planên Amerîkayê ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê hene’

ANALÎZ | ‘Du planên Amerîkayê ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê hene’
Plana Amerîkayê ya lezgîn bo mayîna li Iraqê, pêşî misogerkirina parastina xwegihandina balafirgeha Hewlêrê ye.

PeyamaKurd – Egera vekişîna Amerîkayê ji Sûriye û Iraqê tê gengeşekirin ku bandora vê herî zêde li ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê heye.

Piştî destpêkirina gotûbêjên li ser bidawîkirina misyona Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê ku di navbera Washington û Bsexdayê de, dest pê kirine, mijara vekişînê di rojeva Washingtonê de jî cî girtiye.

Dayîna çekên pêşketî bo HSD û Pêşmerge li ser masê ye

Çavkaniyên ewlehiyê yên Amerîkî ji weşana Middle East Eye re dane xuyakirin ku niha berpirsên Pentagonê (Wezareta Berevaniya Amerîka) ji vekişîna bi temamî ya ji nav Iraqê zêdetir, li ser parastina Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û bicihbûna li Herêma Kurdistanê difikirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Amerîkayê dane xuyakirin ku niha rêveberiya Amerîkayê ji bo mayîna li Rojhilata Navîn bi taybet jî li Sûriye û Iraqê du plan danîne ber xwe ku bi rêya Wezareta Bergiriya Amerîka (Pentagon) dixwaze hevkarên xwe yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi çek bike.

Plana lezgîn parastina Balafirgeha Hewlêrê ye

Plana Amerîkayê ya lezgîn bo mayîna li Iraqê pêşî misogerkirina parastina xwegihandina balafirgeha Hewlêrê ye.

Wekî plana duyem jî ji bo parastina Rojava û Başûrê Kurdistanê ji êrîşên Îranê û aliyên din, li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê zêdetir biçek kirina Kurdan e ku niha ev mijar tê gotûbêjkirin.

Li gorî plana duyem Amerîka wê hem hêzên Pêşmerge hem jî hevkarên xwe yên HSDê bi çekên pêşketî û parastina asmanî bihêztir bike, da ku bikarin xwe ji êrîşan biparêzin.

Serdana Kurilla bo Rojavayê Kurdistanê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (Centcom) Erci Kurilla demek berê serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî re jî hevdîtin kiribû.

Serdana Kurilla ku di demeke êrîşên Tirkiyeyê li ser binesaziya Rojavayê Kurdistanê zêde bûne de, wekî geşedaneke girîng a piştevaniyê di raya giştî ya Amerîkî de hate nirxandin.

Herwiha li gorî raporeke Pentagonê ya meha Sibatê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê zirarê didin hevkariya navbera hêzên Amerîkî û HSDê ku Tirkiye di vê mijarê de heta radeyekê bi ser ketiye.

Lewra jî di raporê metirsiya ku ewlehiya personelên Amerîkî yên li Sûriyê hatiye bibîrxistin.