ANALÎZ | Îran hewl dide herêmeke hevbeş ava bike!

ANALÎZ | Îran hewl dide herêmeke hevbeş ava bike!

PeyamaKurd – Îran a ku di demên dawî de serweriya xwe ya li nav erdên Sûriye û Iraqê bi rêya hêzên milîs xurt dike, stratejiyek ji bo gihandina Deryaya Spî daye ber xwe.

Di medyaya Erebî de, di demên dawî de pisporên Rojhilata Navîn li ser vê stratejiya Îranê nirxandinan dikin û didin diyarkirin ku Îranê di demeke şerê Îsraîl-Hemasê berdewam dike de, aloziyên li Sûriye û Iraqê ji xwe re bikar tîne û hewl dide serweriya xwe ya li nav erdên wan welatan hîn bihêztir bike.

Herêma ku rêya Derya Spî ji Îranê re vedike

Rojnameya Şerq El Ewsat raporek bi sernavê "Îran hewl dide herêmeke hevbeş bi Iraq û Sûriyeyê re ku dighêje Deryaya Spî ava bike" weşandiye û behsa vê stratejiya nû ya Îranê tê kirin.

Hatiye diyarkirin ku Îran hewl dide herêmeke hevpar a sêalî di sêgoşeya Îran-Sûriye-Iraqê de, ava bike da ku rêya ber bi Deryaya Spî ji xwe re veke.

Îranê ji bo avakirina herêmê bi 5 welatan re li hev kir

Herwiha şêwirmendên rêberê Îranê û sekreterê bilind ê herêmên bazirganiya pêşesaziya azad û bazirganiya taybet a Îranê Hecetullah Ebid El Malikî jî demek berê eşkere kiriye, ji 21 welatan, bi 5 welatan re Sûriye û Iraq jî di nav de lihevkirinek hatiye kirin da ku Îran li ser avakirina herêmeke azad a hevbeş bi wan re gotûbêj dike.

‘Wê her sê alî jê sûdê bistînin’

Berpirsekî Îranê ji medya Erebî re daye xuyakirin, "Avakirina herêmeke azad a sêalî ya hevbeş dê gihîştina Îranê bo herêma Deryaya Spî pir hêsan bike. Herwiha dê her sê alî sûdê jê werbigirin.”

Dibe rêyeke alternatîf a erzantir

Li gorî nirxandinan Îran bi wê herêma ku dixwaze ava bike, armanc dike rêyeke dabînkirinê ya dûrî deverên ku cezayên navneteweyî lê têne sepandin, bi dest bîne û heger li dijî balafiran êrîş bên kirin jî wê ev herêma piranî bejahî ye bibe rêya alternatîf ku lêçûnên veguhestina bazirganiyê li gorî rêyên hewayî û deryayî kêmtir e.

Projeya Îranê di berjewendiya Çînê de ye jî

Îran bi vê projeyê dixwaze, hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriye û Iraqê ji bo vekirina rêya Derya Spî biparêze û loma jî girîngiyeke mezin dide vê projeyê.

Herwiha li beramber wê, ev proje û projeya kember û rê ya Çînê di hin xalan de digihin hev û projeya Îranê dikeve berjewendiyên Çînê jî, nemaze û bi taybetî gihandina enerjî û petrola iraqê jê re hêsan dike.