ANALÎZ | 'Serhildana dawî ya Kurdên Îranê hevkariya nav gelên Îranê xurt kir'

ANALÎZ | 'Serhildana dawî ya Kurdên Îranê hevkariya nav gelên Îranê xurt kir'

PeyamaKurd - Di Kovara Lêkolînên Rojhilata Navîn de, lêkolînek li ser serhildana Kurdên Îranê (Rojhilat) a protestoyên piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi destê hêzên Îranê hate belavkirin.

Serhildana dawî ya Kurdên Îranê rêyên nû vekirin

Di lêkolîna ku li ser phys.org hatiye belavkirin de, tê gotin serhildana dawî ya Kurdên Îranê ji bo xwedîderketina li nasnameya xwe ya kurdan rêyên nû vekirine ku hiştiye ji nû ve Kurd li seranserê Îranê li hember sitemkariya dîrokî ya li ser wan xwe nîşan bidin.

Di lêkolîna hatiye kirin de, hatiye gotin ku protestoyên Jîna Emînî hiştiye berxwedana bi dehan salan a Kurdan bi çalakiyên hatine kirin zindî bibe.

‘Çima ev berxwedana mezin a Kurdan li qada navnetewî baş xuya nebû?’

Di lêkolîna ku di Kovara Xebatên Navnetewî ya Rojhalata Navîn de hatiye weşandin de, kurteyek li ser serhildana Jîna Emînî tê vegotin û pirsa, ‘Çima ev berxwedana mezin a li Îranê li qada navnetewî baş xuya nebûye?’ tê kirin.

Ji Kurdan re pencereyeke nû vekir

Birêveberê lêkolînê mamosteyê Zanîngeha Exeterê Dr. Farangis Ghaderi dibêje: "Serhildanê ji rewşa xerab a Kurdan û berxwedana wan a domdar a dîrokî re, pencereyeke nû vekir. Kuştina Jînayê hevkariyeke xurt û bêmînak di nav gelên Îranê yên di bin zilma deshilatê de dinalin derxist holê. Û ev jî ji bo li ser dîrok û xweziyên xwe yên têkoşînê bifikirin bû derfetek ji wan re.”

Ghaderî diyar dike. "Vê tevgerê hiştiye ku hevkariya di nav gelên Îranê de zêde bibe, lê di medyaya serdest a Îranê de, heta ji wan hatiye ew dîmen nîşan nedane û hewl dane xelkê serhildêr ên derketine kolanan bêdeng bikin. Mînak, navê Jîna Emînî (Mahsa Amini) yê Kurdî bikar neanîne dirûşmên Jin, Jiyan Azadî jî nexwestine bibînin.”

Deshilatên Îranê nehiştin daxwazên siyasî û netewî bên xuyakirin

Herwiha hatiye diyarkirin ku di protestoyên Jîna Emînî de, heta ji desthilata Îranê hatiye behsa daxwazên mafên siyasî, çandî û netewî yên Kurdan nekirine û xwestine di raya giştî de ew mijar neyê xuyakirin û bê nixumandin.

Dr. Ghaderi dibêje ku di protestoyan de û merasîmên cenazeyan de, nasnameya Kurd derketiye pêş, dirûşmên kurdî hatine qêrîn, helbestên berxwedanê yên kurdî hatine xwestin ku ev hemû jî nîşan didin, serhildana piştî kuştina Jînayê beşek ji têkoşîna dîrokî ya Kurdan a bo mafên dadwerane ye.

Bi strana Helebce tundiya dewlata Îranê hate bibîrxistin

Di lêkolînê de hatiye bibîrxistin ku di merasîma cenazeyê Jînayê de ku par hatibû lidarxistin, strana "Wan bi tenê nehêlin" a helbestvanê Kurd Refîq Sabîr a li ser kîmyabarana Sedam Hûsên a 1988 li ser Helebeceyê nivîsandiye hatiye xwendin.

Di lêkolînê de, ew stran û tundiya dewletê ya li hember kurdên Rojhilatê Kurdistanê hatiye bibîrxistin ku ew stran di roja 24ê Tebaxa 2023yan de, di merasîma salvegera yekem a şehîdkirina Jîna Emînî de hatibû xwendin.

Kurdên Îranê bi rêyên alternatîf xwe pêş dixin

Herwiha behsa wê yekê jî tê kirin ku Kurdên Îranê hevdem ziman û çanda xwe bi rêyên alternatîf ên wekî huner û wêjeyê pêşve dibin ku heta niha berdêleke mezin ji bo wê dane.