HILBIJARTINÊN 31Ê ADARÊ | 'Wê Kurdên Stenbolê encamê diyar bikin!'

HILBIJARTINÊN 31Ê ADARÊ | 'Wê Kurdên Stenbolê encamê diyar bikin!'

PeyamaKurd – Ji hilbijartinên herêmî yên ku li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê birêve diçin re tenê çend roj mane û wekî her hilbijartinan dîsa girîngiya dengên hilbijêrên Kurd derdikeve pêş. Bi taybetî jî di serî de şaredariya bajarê mezin a Stenbolê û Enqereyê hem ji bo opozîsyonê hem jî ji bo partiya deshilatdar AK Partiyê xwedî girîngiyeke mezin in.

Erdogan peyamên veşarî bo bidestxistina şaredariya Stenbolê dide DEM Partiyê 

Tevî ku DEM Partîyê li Stenbol û Enqereyê namzedên xwe nîşan dane jî CHP û AK Partî ji bo wergirtina dengên Kurdên wan bajaran ketine nav hevrikiyeke mezin. Li aliyekî jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, peyamên muxatabgirtina DEM Partiyê dide ku bi awayekî veşarî mercê bidestxistina şaredariya Stenbolê îşaret dike.

Ajansa Reuters a Brîtanî beriya demeke kurt a lidarxistina hilbijartinên 1ê Adarê yên şaredariyan nirxandinek belav kiriye û balê dikişîne ser girîngiya hilbijêrên Kurd ên li Stenbolê û dibêje, ew ê encaman diyar bikin.

Di nirxandina Reutersê de ji bo hilbijêrên Kurd ên Stenbolê hatiye gotin, "Gelo wê guhdariya dilê xwe bikin yan bi aqilê xwe tevbigerin û deng bidin?”.

Reutersê daye xuyakirin ku wê di hilbijartinên herêmî de dengên Kurdan diyarker bin.

Herwiha hatiye gotin ku piraniya Kurdên Tirkiyeyê dilsoziya xwe ya bo partiya xwe didin aliyekî û xwe amade dikin piştevaniya reqîbê Erdoğan bikin ku ev jî hêviyên Erdoğan ên ji nû ve bidestxistina rêveberiya Stenbolê vala derdixe.

Hilbijartinên 2019an ên herêmî hatine bibîrxistin û hatiye diyarkirin, hilbijêrên DEM Partiyê sala 2019an di serketina Ekrem Îmamoğlu de li Stenbolê roleke mezin lîstine û dawî li deshilata Erdoğan a 25 salan li Stenbolê anîne.

‘Hilbijêrên Kurd di nav du aliyan de mane’

Di dewamê de tê gotin ku li gorî rapirsîyan rêjeya dengên namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu û yê AK Partiyê Murat Kurum pir nêzî hev in û rêjeya dengê namzedên DEM Partiyê Meral Danış Beştaş û Murat Çepni jî di rêza sêyem de ye.

Reutersê daye zanîn ku vê rewşê hiştiye ku Kurd di navbera du aliyan de bimînin û pirsa, “Gelo wê guh bidin dilê xwe yan jî bi aqilê xwe tevbigerin û deng bidin?” hatiye pirsîn.

Dibe ku ji sedî 40 dengê Kurdên Stenbolê ji Îmamoglu re biçin

Reutersê cih daye gotinên berpirsa kompaniya rapirsîyan SAMERê Yuksel Genç û diyar kiriye, dê ji sedî 40ê dengdêrên Kurd ên piştevaniya DEM Partiyê dikin dengê xwe bidin Îmamoglu ku serê wan tevlîhev e û naxwazin AK Partî li Stenbolê bi ser bikeve.

Deshilatdarî ji 2015an ve fişarê li ser partiyên Kurd dike

Di berdewama nirxandina Reutersê ya li ser hilbijartinan de hatiye gotin ku deshilatdariya Tirkiyê, ji hilweşandina pêvajoya aştiyê ya 2015an ve fişarê li ser partiyên Kurd dike.

DEM Partî niha bi rêjeya nêzî sedî 10 di parlamentoyê de partiya sêyemîn a mezin e. JI ber doza girtina HDPê bi hinceta têkiliyên bi PKKê re, navê partiyê hatibû guhertin.