PeyamaKurd – Şerê navbera Îsraîlê û Hamasê dewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand ku di temamê şevê de, heya niha li Şerîd a Xezzayê li baregehên Hamasê xistiye û li başûrê Lubnanê li hedefên aîdê Hîzbûllahê xistiye. Hêzên Parastina Îsraîlê ragihand:
“Balafirên artêşa Îsraîlê di temamê şevê de êrîşan bir ser hedefên Hamasê yên li Şerîda Xezzayê. Di nav hedefan de baregeha operasyonan ya Hamasê, rampayên tanksawaran û avahiyên bingehîn yên din hene. Hamasê li ser avahiyên bilind ciyên wan yên çavdêriyê, balafirsawar û ciyên nîşangirên baş hene û ew bûne hedefa balafirân. Me li başûrê Lubnanê li hedefên aîdê Hîzbûllahê xist.