Îro 45emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ye

Îro 45emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ye
PeyamaKurd – Rêberê bizava rizgarî ya gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî, 45 sal berê û di rojeke wek îro de wefat kir.

Îro roja 1ê Adarê ye, 45.mîn salvegera wefata rêberê mezin yê Kurd û pêşengê bizava rizgarî ya gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye.
Mela Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye. Di 3 saliya xwe de dikeve ber xezeba Osmaniyan û bi dayîk û birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam re dikeve zîndanê û 9 mehan di zîndanê de dimîne.

Mela Mistefa Barzanî di sala 1919an de beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dibe û dibe berpirsê hêzeke ji 300 kesan pêk tê. Di sala 1920an de Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne cem Şêx Seîdê Pîran li Kurdistana Bakur, da ku hemahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-32yan de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya Pêşmergeyên ku şerê Îngilîz dikirin, dikir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

Di sala 1932yan de, dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Brîtanyayê êrişî hêzên Kurd kir, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin û ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên kurd dike.
Hikûmeta Iraqê salekê piştî wî şerî, lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936an heta 1943yan çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmerge ve tê sekinandin. Di sala 1943yan de dîsa xebata Pêşmergetiyê û bizava Kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve destpê dike.

Mela Mistefa Barzanî karî şert û mercên wê demê ku şerê cîhanê yê duyem hebû, herwiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, bi sûda Kurdan bi kar bîne û car din vegere devera Barzan. Tevahiya pêwendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re qedand û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû Pêşmerge şer bide sekinandin.

Piştî ku Mela Mistefa Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike. Lê piştî sal û nîvê hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzan kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefa şerekî mezin kirin lê paşê vekişiyan devera Kanî Reşê li ser sînorê Tirkiyê.

Piştî wî şerî, Mela Mistefa bi heval û Pêşmergeyên xwe re derbasî Kurdistana Rojhilat û bajarê Mehabadê dibin. Roja ragihandina Komara Kurdistanê, 22yê Mijdara 1946an, Mela Mistefa wek fermandeyê artêşa Komara Kurdistanê li kêleka rastê ya Pêşewa Qazî Mihemed cih digire û pileya “general” werdigre.

Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî bi Pêşmergeyên xwe re derbasî Sovyetê dibe, lê li ser rê rastî êrişa hêzên Îranê tên û piştî şerekî mêrxasane derbasî Sovyetê dibin. 12 salan li Sovyetê dimîne û roja 26 Cotmeha 1958an vegeriya Iraqê. Hikûmeta wê demê ya Iraqê hinek soz dabûn Kurdan, lê dema Mela Mistefa dît hikûmetê sozên bi cih nehanî, Îlona 1961an dîsa dest bi şoreş û xebatê kir, wî şerî heta 11ê Adara 1970ê dirêj kir.

Di sala 1968an de partiya Beisê kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefa Barzanî bi hikûmetê re dest bi muzakerê kir. Berhema wê muzakerê rêkeftina 11ê Adara 1970ê bû. Li gorî wê rêkeftinê, Kurd dibe şirîkê hikûmeta Iraqê û zimanê Kurdî dibe zimanê fermî û Kurdistan jî dibe herêmek xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê rêkeftinê dizî û di sala 1975an de bi Îranê re li Cezayirê rêkeftinek îmze kir.

Roja 29 Îlona 1971 hikûmeta Iraqê hewl da bi sûîkastê Mela Mistefa bikuje. Li ser wê bûyerê rojnamevanê Iraqî Seyf Dûrî dibêje, sal û nîvê piştî rêkeftina Adarê, berpirsê asayişa giştî ya Iraqê Nazim Gizaz hewl da Mela Mistefa bi sûîkastê bikuje, lê nekarî.

Plana terorkirina Mela Mistefa Barzanî bi vî rengî bû: 10 mela ji Bexdayê çûbûn serdana Mela Mistefa ji bo ku navbeynkariyê di navbera Kurdan û hikûmeta Iraqê de bikin ji bo sekinandina şer. Otomobîlên wê şanda Bexdayê di saet 16:45an de digihên devera Hacî Omeranê.  Cîhazde bi yek ji wan endamên şandê re bûye ku di nav cîhazê de bombe hatiye danîn. Berpirsê asayişa giştî ya Iraqê ji wî re gotiye, dema Mela Mistefa Barzanî axivî tu bi vê cîhazê dengî wî qeyd bike. Dema ew mela destê xwe dide dugmeya tomarkirinê, cîhaz diteqe lê tiştek bi Barzanî nayê û bi vî rengî plana terorkirina wî bi ser nakeve.

Mela Mistefa Barzanî dûmahîka di sala 1975an de nexweş dikeve ji ber wê jî diçe Amerîkayê. Roja 1ê Adara Sala 1979an de li Washîntonê wefat dike. Meytê wî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin, piştî Raperînê meytê wî li devera Barzan tê veşartin.

Xebat û têkoşîna Mele Mistefa Barzanî îro jî ji bo hemû Kurdên cîhanê, cihê rêzê û hêvîyê ye. Mele Mistefa Barzanî, Pêşmergeyek, serfermandarek û rêberek bû. Di qada navneteweyî de cihekî wî yê girîng hebû. Serokê  partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Azadîya Kurdistanê wê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir.

Em weke malbata PeyamaKurd, Mele Mistefa Barzaniyê nemir bi giramî bibîr tînin..