PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku di encama operasyona ser PKK ê de 3 PKKyî can dane û yek ji YPS (Yekîneyên Parastina Sîvîl)ê jî hatiye girtin.
Operasyon li navça Farqînê li gundê Bameydanê bi tevlîbûna tîmên taybet yên polîsan, tîmên taybet yên cendirman û EGM-İHA ve hatiye kirin.
Yerlikaya her weha ragihand ku 4 kesên gumanbar bi sedema alîkariya rêxistinê kirine hatine binçavkirin. Her 4 kesan birine navenda baregeha cendirman ya Farqînê.