Washingtonê di serdana Mesrûr Barzanî de piştgiriyeke xurt da Kurdistanê

Washingtonê di serdana Mesrûr Barzanî de piştgiriyeke xurt da Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser serdana xwe ya Washingtonê ku çend roj in dewam dike û hevdîtinên girîng ligel berpirsên Amerîkî pêk anîne got, “Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bihêz dibin”.

Hevdîtinên Washingtonê deriyekî vedikin

Civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên li Amerîkayê deriyek ji bo gotûbêjkirin û dîtina çareseriyên pirsgirêkên gelê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê deriyekî vedikin.

Mijara mûçe û mafên gelê Kurdistanê mijara sereke ya hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bû, herwiha parastina mafên pêkhateyan û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî yên li dijî pêkhateyan jî, mijara sereke ya hevdîtinan bû.

Mesrûr Barzanî û Blinken li ser biryarên Dadgeha Federal hevnêrîn bûn

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, hevdeng bûn ku biryarên Dadgeha Federalî û pêngavên li dijî herêmê û sîstema federalî ya Iraqê ne û ew nîgeran in û divê rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê, sîstema federalî û pirensîpên demokratîk ên Iraqê bê girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Asayîşa Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Piatt re, behsa parastina mafên pêkhateyan û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî kir.

Divê statuya federalî bê parastin

Di civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Seroka Berê ya Encûmena Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi û endamên Encûmena Nûneran Seth Molton, Don Bacon, Brad Winstrup û Amata Coleman de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya cibicîkirina destûr, dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdatanê û parastin û rêzgirtina li qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê kir.

Kongreya Amerîkayê piştgiriya Kurdistanê dike

Mesrûr Barzanî di civînên bi çend endamên kongreya Amerîkayê de jî, hevnêrîn bûn li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û rêzgirtin li qewareya destûrî ya
Herêmê û parastina mafên pêkhateyan.

Serokwezîr Barzanî di hemû civînan de tekezî li wê kir ku ew ê berdewam bin li ser parastina mafên hemû pêkhateyan û bibin penagehek ji bo penaberan.

Mesrûr Barzanî: Em spasiya dostî, hevkarî û piştevaniya Amerîkayê dikin

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan dike: “Em spasiya dostayetî, hevkarî û piştevaniya Amerîkayê dikin û tekezî li ser girîngiya dabînkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û mafên pêkhateyan û pêkvejiyana aştiyane dikin û me daxwaz ji civakî navdewletî kir ku rê nede mafên pêkhateyan bên binpêkirin.”