Blinken li rawestgeha yekem a gera xwe ya Rojhilata Navîn e

Blinken li rawestgeha yekem a gera xwe ya Rojhilata Navîn e

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Duşemê gîhaşt Erebistana Siûdî, weke yekem rawestgeha gera berfireh a Rojhilata Navîn ku bi mebesta gotûbêjkirina rewşa piştî cengê ya Xezzeyê bi hevkarên Ereb re.

Li gorî Reutersê, armanca vê serdanê jî ew e ku zextê li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bike da ku gavên berbiçav ên ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden ve hatî xwestin û ji bo baştirkirina rewşa mirovahî ya li Xezzeyê bavêje.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku tê çaverêkirin Blinken li Riyadê bi rayedarên payebilind ên Erebistana Siûdî re bicive. Blinken wê bi wezîrên karên derve yên Qeter, Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdinê re jî civîneke berfireh li dar bixe da ku li ser awayê rêvebirina Şerîda Xezzeyê ya piştî şer gotûbêjan bike.