DYA: Îsraîl heta peroşiyên me guhdarî neke dest bi operasyona Refahê nake

DYA: Îsraîl heta peroşiyên me guhdarî neke dest bi operasyona Refahê nake

PeyamaKurd - Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya DYAyê John Kirby di daxuyaniya xwe ya derbarê operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Refahê de got, "Wan (Îsraîl) ji me re piştrast kirin ku heta ew fersend nedin me ku em fikarên xwe bi wan re parve bikin, ew ê nekevin Refahê."

Di demeke ku hêrişên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê dom dikin de, Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kirby, di derbarê operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Refehê de daxuyanî da.

Kirby balê kêşa ser wê yekê ku Îsraîl razî bûye ku beriya hêrişa li ser Refahê peoşiyÊn DYAyê piştguh neke û got:

"Wan  ji me re piştrast kirin ku heta ew fersend nedin me ku em fikarên xwe bi wan re parve bikin, ew ê nekevin Refahê."

Kirby diyar kir ku Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken hefteya bê wê serdana herêmê bike û anî ziman ku di serdana Blinken de ew ê zextê bikin ku agirbesteke demkî ku herî kêm 6 hefte bidome ragihînin.

Kirby got, "Em hêvî dikin ku piştî agirbesteke demkî ya 6 hefteyan, em dikaribin tiştekî mayînde bikin." 

Kirby her wiha diyar kir ku hejmara barhilgirên alikariyên mirovî ku digihîjin bakure Xezeye zêde büne û  wiha dom kir: "İsraîlê dest bi bicihanîna pêkanînên ku Serok Joe Biden ji wan xwestibû kir."