Erdogan: Civîna bi sanda DEM Partiyê re avaker û cihê hêvîyê bû
                    PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 2yê Mijdarê da axaftineke xwe ya li Stenbolê de, behsa civîna ligel şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê jî kir û got, civîneke avaker û cihê hêviyê bû. Erdogan got, em ê karvedanên vê hevdîtinê bibînin.
Serokomarê Tirkiyeyê li ser pêvajoya çekberdana PKKê got, “Di vê qonaxê de pêngavên girîng hatine avêtin û Hevpeymaniya Komarê (Îtifaqa Cumhur) dê vê pêvajoyê bi awayekê serkeftî bidawî bîne.”
Erdogan roja Pêncşemê cara sêyem ligel şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEK Partî) re li Koşka Serokomariyê civiyabû ku ew civîn piştî ragihandina biryara PKKê ya bi temamî vekişîna ji Tirkiyeyê hat.
Erdogal li ser mijarê wiha axivî: "Me bi wan re hevdîtineke avaker, berhemdar û derbarê pêşerojê de cihê hêvîyê bû pêk anî. Înşaellah em ê di rojên pêş de karvedanên vê hevdîtinê bibînin. Wekî Îttîfaqa Cumhur, em bawer dikin ku di karên ji bo qenciya welatê me de, divê zû tevbigerin. Em ê xebatên xwe bi nêzîkatiyeke hembêzker û hesas bidomînin. Ewil em ê bigihîjin armanca Tirkiyeyeke Bêteror, paşê jî armanca Herêmeke Bêteror!"
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.