Amerîkayê bang li serokomarê nû yê Îranê kir

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê bang li serokomarê nû yê Îranê kir

PeyamaKurd - Amerîkayê bang li Serokomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kir ku di zûtirîn demê de vegere ser maseya danûstandinên bo rêkeftina atomî.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna heftane rojnamevanî de ragihand, “Em Îranê han didin ku di demeke nêzîk de vegere ser gotûbêjan, daku em karên xwe bigihinîn encamê.”

Ned Price got, peyama wan ji bo Îbrahîm Reîsî heman peyama ji bo serokomarê berê yê Îranê ye ku derfeta dîplomasiyê her tim nîne û sînordar e.

Price diyar kir, ew ji Îranê dixwazin ku ji derfeta dîplomasiyê sûdê werbigire û vegere nav danûstandinan, ji ber ku wan bi zelalî gotiye ku ew amade ne rêkeftina atomî zindî bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir: “Heger Reîsî, Serokê Îranê yê nû di helwestên xwe de rastgo be û bi rastî dixwaze em sizayên li ser welatê wî rakin, divê vê bizane ku gotûbêjên Viyenayê rêya herî baş e ku me digihîne vê armancê.”

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Îranê yê nû Îbrahîm Reîsî doh 5ê Tebaxê sond xwar û dest bi erka xwe ya nû kir. Reîsî di yekem gotara xwe de gotibû, ew ji bo rêkeftinê her rêya dîplomasiyê pêşwazî dikin daku dorpêçên ser wan bêne rakirin.