Li Çanakkaleyê 42 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Çanakkaleyê 42 koçberên bêdestûr hatin girtin

PeyamaKurd – Li peravên Ayvacika navçeya Çanakkaleyê ji aliyê ekîbên Ewlehiya Peravê ve di boteke lastîkî de komek koçberên bêdestûr hatin tesbîtkirin. Li navçeya Ayvacikê 20 jê zarok bi tevahî 42 koçberên bêdestûr piştî muameleyên xwe sewqî Navenda Vegerandina Biyaniyan kirin.

Li peravên navçeya Ayvacika Çanakkaleyê 20 jê zarok 42 koçberên bêdestûr ji aliyê Ewlekariya Peravê ve hatin girtin.

Ji aliyê ekîbên Fermandariya Koma Ewlekariya Peravê ya Bakurê Egeyê ve hat tesbîtkirin ku di bota lastîkî de komek koçberên bêdestûr hene. Ekîb sewqî herêmê hatin kirin. Di bota lastîkî ya bi navê 'TCSG-8' û 'KB-4304' ya Ewlehiya Peravê de 20 jê zarok bi tevahî 42 koçberên bêdestûr hatin girtin. Koçberên bêdestûr piştî muameleyên wan birin Navenda Vegerandina Biyaniyan a navçeya Ayvacikê.