Serokê Dûmayê: Ewropa dixwaze Rûsya, Tirkiye û Azerbaycanê reş bike

Serokê Dûmayê: Ewropa dixwaze Rûsya, Tirkiye û Azerbaycanê reş bike

PeyamaKurd - Serokê Dûmaya Dewletê ya Parlamena Rûsyayê Vyacheslav Volodin diyar kir ku Encumena Parlamenteran a Konseya Ewropayê (EPKE) ji bo berjewendiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rojevekê çêkiriye û bi Rûsyayê re hewl dide Tirkiye û Azerbaycanê bêrûmet bike.

Volodin di hevpeyvîna xwe ya ligel peyamnêrê kenala dewleta Rûsyayê ya Rossiya 1, Pavel Zarubin de balê kêşa ser wê yekê ku EPKE tenê ji bo berjewendiya DYAyê hewl dide û got: “EPKEya ku her di hewldana çalakiyên di berjewendiya DYAyê de tevdigere, ji destpêkê ve dixwaze ku Rûsya, Tirkiye, Azerbaycan û Belarûsê bê îtibar bike û hewl dide ku bandorê li welatên ku ti pêwendiya wan bi EPKEyê re tune jî têxe bin bandora xwe.”

Seroka Dûmayê diyar kir ku welatên Ewropayê tenê dema li ser serweriya xwe bifikirin dikarin rizgar bibin, nexwe wê her tişt ji bo wan bi xerabî biqede û axaftina xwe domand: “Ev hemû hewlên wan wê bi têkçûnê bi dawî bibin. Rizgarî di serweriyê de ye. Eger welatên Ewropayê dest bi ramankirina parastina serwerî û nirxên xwe bikin û di heman demê de aboriya xwe bi pêş bixin, wê demê ew ê rizgar bibin.”

Volodin di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku ger welatên Ewropayê pişta xwe li Parlamena Ewropayê (PE), EPKE û dezgehên din ên dûva van avahiyaî, wê dawiya xwe bînin û got: “DYAya ku Ewropî her xwe pê ve girêdidin, tenê xwe difikire û dikare bi hêsanî dewletên din bike qurbana cîhaneke yekpolar.”