Serokwezîra Îtalyayê dibe namzeda PEyê

Serokwezîra Îtalyayê dibe namzeda PEyê

PeyamaKurd - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku ew ê di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) yên ku wê di meha Pûşperê de pêk bên de bibe namzet.

Melonî ku li Pescarayê beşdarî kongreya partiya xwe ya rastgirên tundrew Birayên Îtalyayê (FdI) bû, di derbarê hilbijartinên PEyê yên ku wê di 6ê Pûşperê de pêk bên de daxuyanî da.

Di daxuyaniya xwe de Melonî bi vê axaftinê namzetiya xwe eşkere kir:

 "Min biryar da ku eger ez sax bin, ji bo ku di hemû herêman de bibim serê lîsteyê yên Birayên Îtalyayê ez derkevim qadan. Min tenê navê xwe li ser pusulaya dengdanê nivîsandiye. Ez serbilind im ku welatî bi navê Giorgia bang li min dikin. Gellek caran tinaz li secereya min hatiye kirin, lê belê ez serbilind im ku ez miroveka gel im."

Melonî ku di siyaseta Ewropayê de serokê Koma Kevneparêz û Guherparêzên Ewropayê (ECR) ye, diyar kir ku weke Îtalyayê dixwazin çepgiran jî bişînin nava opozisyona Yekîtiya Ewropayê (YE).

Meloni bang li endamên partiyê kir ku nasnameya xwe di nav YEyê de biparêzin.

Serokwezîra Îtalyayê Meloni her wiha destnîşan kir ku ew ê ji bo kampanyaya hilbijartinên PEyê yek xulekekê jî dev ji karûbarên hukûmetê bernede.