PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro çû Tirkiyeyê û dê ji bo hevdîtinên fermî derbasî Enqereyê bibe.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji bo hevdîtinên fermî çû Enqereyê.
Li gorî daxuyaniyê, tê payîn ku Serokwezîr Barzanî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û rayedarên din ên hikûmeta nû re bicive.
Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtinan de dê li ser geşepêdana pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û li ser pêşhatên Iraq û navçeyê gotûbêj bên kirin.