Îmaratê, Esad hisyar kir: Nebî eleqeya xwe bi ser bikî!

Dîroka Weşanê :
Îmaratê, Esad hisyar kir: Nebî eleqeya xwe bi ser bikî!

PeyamaKurd- Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk, Îmaratê, rêjîma Esad hişyar kir ku destwerdanê şerê Hemas û Îsraîlê neke.

Îmarata ku têkiliyên wê bi Suriyeyê re asayî kir û Beşar Esad sala borî vexwendibû Ebû Dabî, ji piraniya welatên ereb ên herêmê zêdetir bandora xwe li ser rêjîma Esad heye.

Hat ragihandin ku rayedarên Îmaratê peyamên xwe gihandin rayedarên payebilind ên Suriyeyê û rêveberiya Biden jî têkildarî danûstandina bi rejîma Esad re agahdar kirin û rejîmê hişyar kir ku rê nede ku ji xaka Suriyeyê êrîşî Îsraîlê bike.

Piştî Peymana Birahîm ku di sala 2020an de bi navbeynkariya Trump hatibû destnîşankirin, Îmarat jî bi Îsraîlê re têkiliyeke nêzîk heye.