Parêzgeha bajarê Wanê ji bo 2 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

Dîroka Weşanê :
Parêzgeha bajarê Wanê ji bo 2 rojan qedexeya çalakiyan ragihand

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Wanê ragihand ku ji bo 2 rojan xwepêşandan, meş û civînên meydanê qedexe kiriye. Parêzgeh ragihand ku biryar ji bo berlêgirtina tevger û êrîşane.

Qedexe ji bo 5 û 6 ê meha Tebaxêye. Qedexe ji bo navenda bajarê Wanê û hemû navçên wê ne. Ji bo 5 û 6 ê Tebaxê herkesê bixwaze çalakiyekî bike, divê ji parêzgehê û hêzên asayîşê îznê bistîne.