Dr. Serbest Nebî: Colanî dixwaze rûyê xwe spî bike!

Dr. Serbest Nebî: Colanî dixwaze rûyê xwe spî bike!
PeyamaKurd - Di rêxistina Desteya Tehrîr El Şam (HTŞ) de, ango Cephet el Nûsraya berê ku ji komên bermahiya El Qaîdeyê hatiye damezrandin û beşek mezin ji erda Sûriyê xistiye kontrola xwe, di demên dawî de bûyerên balkêş diqewimin.

HTŞ di nav lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û herwiha têkiliyên wê bi gelek aliyên cuda re hene ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e.

Rêberê Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed El Colanî, di demên dawî de hewl dide ku hem kêşeyên kom û baskên naxweyî çareser bike hem jî ji bo danûstandinên ligel welatan û bi taybet jî yên bi Şamê re rêyekê veke.


Herî dawî berpirsê ewlehiyê Ebû Mihcen El Heskawî ku ligel çend fermandarên payebilind hatibû girtin, bi fermana Colanî û Desteya Şêwra Leşkerî hate berdan û vê jî gelek pirs bixwe re anîn.

Nakokîyên navbera baskên din û El Qaîdeyê didomin

Akademîsyenê Kurd û pisporê Sûriye û Rojhilata Navîn Dr. Serbest Nebî, bûyerên nav HTŞê pêngavên dawî yên nav rêxistinê ku beşek mezin ji Sûriyê kontrol dike, ji PeyamaKurd re nirxand.

Dr. Serbest Nebî li ser azadkirina berpirsê ewlehiyê yê HTŞê Ebû Mihcen El Heskawî dibêje, “Ev meseleyeke navxweyî ya Heyet Tehrîr Şam ango Cephet El Nûsra ya berê ye. Hin baskên wê yên radîkal hene ku hê jî pêwendiyên xwe ji El Qaîdeyê nebirîne. Ew jî bêhtir Ereb, Çerkez û Şîşan in û nakokiyên wan berdewam dikin. Mebesta Colanî ew e ku rêxistinê ji guftûgoyan re amade bike.”

Serokê HTŞê dixwaze rûyê xwe spî bike

Serbest Nebî da zanîn ku divê Serokê HTŞê Ebû Mihemed El Colanî rûyê xwe spî bike û wiha pê de çû: “Ji ber meseleyên gendeliyê û hin arîşeyên din divê Colanî rûyê xwe spî bike. Lewra hin pêdawistiyên jeosiyasî jî têne xwestin. Daxwaziyên Tirkan jê hene û herwiha heta hinek dewletên rojava jî daxwazên guhertinê jê dikin. Heta dewletên Ewropî jî daxwazan ji Colanî dikin ku xwe ji bo danûstandinên ligel rejîma Sûriyê amade bike.”

Dr. Nebî li ser îdiayên ku beriya Heskawî bê girtin çek firotine HSDê jî got ku bi baweriya min ew nûçe nerast in, ji ber ku pêdiviya HSDê bi çekan tune ye û heta çekên HSDê zêde jî hene.

Colanî xwe ji bo danûstandinên çareseriyê amade dike

Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Nebî diyar kir ku dibe destê rûsan jî di tevgerên HTŞê de hebe û da zanîn, “Berdana Heskawî zêdeti ji ber milmilaneyên naxweyî yên nav HTŞê û baskên wê pêk hatiye. Lê belê Colanî divê xwe ji bo guftûgoyên çareseriyê re amade bike û loma jî van gavan davêje. Ji ber ku pêwendiyên wî ligel Tirkiyê jî û hinek aliyên din jî hene û divê baskên radîkal ên nav HTŞê nerm bike.”

Tirk ji serokê HTŞê daxwaza paqijkirina baskên tundrew dikin

Li gorî Dr. Nebî, têkiliyên serokê HTŞê bi Tirkiyeyê re bi awayekî eşkere hene, lê herwiha bi rejîma Sûriyê re jî bi awayekî veşartî hene û Tirk jê daxwaz dikin, wan kesên tundrew paqij bike û rê ji bo danûstandinên çareseriyeke siyasî ya demên pêş xweş bike.