Serok Barzanî: Yekîtiya Afretan destkefteke girîng a xebata neteweyî ye

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Yekîtiya Afretan destkefteke girîng a xebata neteweyî ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî rêxistin wekî destkefteke giring a tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê pênase kir û ragihand ku Yekîtiya Afretan bi xebata xwe ya domdar kariye dengê jinên Kurdistanê bigihîne armancê.

Serok Barzanî di peyama ku îro 11ê Kanûna Pêşîn de arasteyî sekreter û endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir, pîrozbahiyên germ li tevahiya jinên Kurdistanê kir. Wî tekez kir ku Yekîtiya Afretên Kurdistanê di warê bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafan û bihêzkirina pêgeha jina Kurd de xwedî roleke berçav û bibandor e. Li gorî Serok Barzanî, rêxistin bûye beşeke bingehîn a xebata neteweyî û medenî ya gelê Kurdistanê.

Di beşeke din a peyamê de, Serok Barzanî rêz û pêzanîna xwe ji bo xebat û qurbanîdana jinên Kurdistanê û wê erka ku di qonaxên dijwar ên dîroka gelê Kurdistanê de girtine ser milê xwe, nîşan da. Wî baweriya xwe anî ziman ku Yekîtiya Afretên Kurdistanê dê di paşerojê de jî, wekî qonaxên borî, di pêşxistina doza rewa ya gelê Kurd û berevanîkirina li maf û daxwazên jinan de rola xwe ya pêşengiyê bidomîne.