Artêşa Iraqê çinîna çandiniyên Kurdên Kerkûkî qedexe kir

Artêşa Iraqê çinîna çandiniyên Kurdên Kerkûkî qedexe kir

PeyamaKurd - Artêşa Iraqê çinîna genim û ceh li cotkarên Kurd ên sinorê nahyeya Sergeranê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê qedexe kir.

Di derbarê biryara qedexeya artêşa Iraqê de Nûnerê Cotkarên Kurd Mihemed Îsmaîl da zanîn ku eger ev biryar neyê betalkirin ew ê li dijî biryarê çalakiyên xwepêşandaniyê pêk bînin.

Nûnerê Cotkarên Nahyeya Sergeranê Mihemed Îsmaîl got: “Bi biryara Fermandariya Firqeya 8 a Artêşa Iraqê, hemû cotkarên Kurd ên sinorê nahyeya Sergeranê hatin haydarkirin ku çinîna berheman ji bo wan qedexe ye û her kesê serpêçiyê bike wê bê cezakirin.”

Mihemed Îsmaîl biryara artêşa Iraqê bi şovenîstiyê rexne kir û dom kir: “Ji bo qedexekirina çinîna berheman a cotkarên Kurd a li sinorê Sergeranê, ti sedem tune ne û bi biryara dadgehê, peymana vegerandina Erebên hawirde hatiye betalkirin. Em qebûl nakin û em ê pabend nebin. Em ê sibe li dijî vê biryarê xwepêşandanê bikin.”

Nûnerê Cotkarên Sergeranê Îsmaîl, ji nûnerên Kurd ên Civata Nûneran a Iraqê daxwaz kir ku dest bihavêjin vê pirsgirêkê û nehêlin ev biryar pêk bê.

Li sinorê parêzgeha Kerkûkê, li ser milyon û 100 hezar donimên zevî, pirsgirêk heye û hin hêzên siyasî û leşkerî yên Iraqê hewl didin ku ew erebên ku di dema rejîma Baasê ya Seddam Hisên de bi reste rejîmê hatine û li ser mal û zeviyên Kurdan dane rûniştandin ku piştî têkçûna rejîmê dîsa li kurdan hatibûn vegerandin, ji nû ve radestî erebên hawirde bikin.