Asayîşa Rojava 5 terorîstên DAIŞê tevî gelek çekan desteser kir

Asayîşa Rojava 5 terorîstên DAIŞê tevî gelek çekan desteser kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Reqayê 5 çekdarên DAIŞê tevî gelek çekên bi wan re desteser kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ragihand, 29ê Nîsanê operasyoneke bibandor li Reqayê hatiye lidarxastin û di encama operasyonê de şaneyeke terorîst a ji 5 kesan pêk tê, hat girtin û miqdarek çek hatin desteser kirin.

Hate diyarkirin ku ew şane berpirsa qetilkirin û hedefkirina sivîl û leşkeran bû.

Bi koma DAIŞîyên hatine desteserkirin re; 3 kalaşînkof, 3 demançeyê 9 mm, 3 bombeyên destan, 1 rext, 13 cercûrên kalaşînkofan, 328 guleyên kalaşînkofan, 4 rawter, 2 sêlên înternetê, 2 cîhazên belavkirina înternêtê û 15 telefonên destan hatin girtin.