Enqereyê di derbarê hêrişa kêlgeha Kor Morê daxuyanî da

Enqereyê di derbarê hêrişa kêlgeha Kor Morê daxuyanî da

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê hêrişa li dijî kêlgeha Gazê ya Kor Morê ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê de û karkerên welatiyên Tirkiyeyê ku li vê kêlgehê dixebitin de daxuyaniyekê belav kir.

Wezaretê ragihand ku wan agahiya ku li vê kêlgehê welatiyên Tirkiyeyê jî dixebitin bihîstiye û da zanîn ku weke Tirkiye, wan dest bi hewldana arastekirina ber bi tirkiyeyê ya van karkeran kiriye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçeli ve hate dayîn de, di derbarê mijarê de hate diyarkirin ku dema hat hînbûn welatiyên Tirkiyeyê yên di kompaniyên pêwendîdar de dixebitin daxwaza arastebûna ber bi Tirkiyey3e kirine Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê ketiye nav hewldanan.

Oncu Keçeli destnîşan kir ku ji bo arastekirina ber bi Tirkiyeyê piştgirî û rênimayiyên pêwîst hatine kirin.

Keçelî di daxuyaniyê de got: “Roja Îniya borî li kêlgeha Kor Mor a li navçeya Çemçemal a bajarê Silêmaniyê pirsgirêkên ewlehiyê derketin holê. Rewşa niha ya kêlgehê aram xuya dike. Em geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin.

Di 26ê Avrêlê de, li dijî qada derxistina gazê ya Kor Morê, bi frokeyên bêmirov hêrişek pêk hat.

Li gor agahiyên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi raya giştî re hate parvekirin, di hêrişê de 4 xebatkarên Yemenî can dan û li kêlgehê ziyana maddi pêk hat.

Lijneyên lêkolînê yên Herêma Kurdistan û Iraqê, ji bo lêkolîna bûyerê arasteyî herêmê bûn.

Tê çaverêkirin ku ev lijneyên her du aliyan di rojên pêş de, di derbarê kiryarê de daxuyaniyan bidin.