Hikûmeta Kurdistanê ji bo Ranyayê 60 milyon dînar budce dabîn kir

Hikûmeta Kurdistanê ji bo Ranyayê 60 milyon dînar budce dabîn kir

PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo nûkirin û çêkirina kolan û derdora qada pîşesazî ya Ranyayê, zêdetirî 60 milyon dînar budce hatiye dabînkirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev budce, bi ser Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ve, bi fermaneke wezaretî hatiye dayîn û di vê çarçoveyê de ev budce li ser rêjeya ji sedî 15 a dahata Şaredariya Ranyayê, ji bo xerckirina gojimê 60 milyon û 689 hezar dînaran hatiye diyarkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku piştî vê fermana wezaretî, ew gojim li ser dahata şaredariya Ranyayê ye û li dû plana şaredariyê, wê ev gomij, ji bo pirojeya nûkirin û çêkirina kolan û deverên qada pîşesazî ya Ranyayê bê xerckirin.

hate diyarkirin ku çend roj in projeya qîrkirina kolana dualî ya nav bazara Ranyayê hatiye destpêkirin û bi temambûna wê re, ji bilî ku pirsgirêkên trafîkê yên navenda Ranyayê, wê hemû pirsgirêkên din bêne çareserkirin û ev yek wê bajarê Ranyayê bi awayekî berbiçav xweş û xemilî bike.