Ji bo dîtina gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîd-ê Kurdî pêşniyara komîsyona lêkolînê hate kirin

PeyamaKurd- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo dîtin û eşkerekirina gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîd-ê Kurdî (Bedîuzzeman Seîd Nûrsî) daxwaza avakirina komîsyoneke lêkolînê ya meclîsê kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varlî, ji bo gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên ku di 29ê Hezîrana 1925an de hatin darvekirin, herwiha gorên Seyîd Riza û Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (Nûrsî) bên dîtin û eşkerekirin, ji Serokatiya Meclîsê re pêşnûmayeke lêkolînê pêşkêş kir û xwest ku li ser vê mijarê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin.
Di pêşnûmayê de hate gotin ku veşartina goran zirarê dide aştî û aramîya civakî û ji bo aştiyê divê dev ji van polîtîkayan were berdan.
Di pêşnûmayê de wiha tê gotin:
"Eşkerakirina vê yekê wê bibe gaveke girîng ji bo rûbirûbûna rabirdûyê û normalîzekirina civakî. Aşkerakirina cihên gorên serokên raya giştî yên ku bi sedsalan hatine veşartin, radestkirina wan ji malbatên wan re û lêkolînkirina polîtîkayên ku di vî warî de têne şopandin, her wiha girtina tedbîrên pêwîst ji bo ku serlêdanên bi vî rengî dubare nebin; di çarçoveya rûbirûbûna rabirdûyê û lêkolînkirina rastiyan de, ronîkirina kuştinên kujer nediyar û xebatên li ser welatiyên ku cihê gora wan nayê zanîn, pêwîstiyeke mirovî û wijdanî ye.
Eşkerekirin û radestkirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û bi hezaran kesên qesas nediyar ji malbatên wan re, wê di peydakirina asayîbûnê û misogerkirina aştiya civakî de bibe gaveke girîng."
Ev nivîs 222 car hatiye xwendin.




