Koma PDKê têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da

Koma PDKê têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê daxwaza hilbijartinên paqij û şefaf ku hemû pêkhate tê de beşdar dibin, kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya PDKê de bang li tîma UNAMI, civaka navneteweyî û çavdêrên navneteweyî hat kirin ku pêvajoya hilbijartinê baştir û berfirehtir bişopînin. Di hevdîtinê de hate gotin ku PDK li gel wê yekê ye ku bingehek ji bo hilbijartinên şefaf ku hemû partî û pêkhateyên Kurdistanê tê de beşdar bibin, bê çêkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelek komên li Parlamentoya Iraqê têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek dan û hat gotin, “Partiya Demokrat a Kurdistanê yekemîn hêza siyasî ya Kurdistanê bû ku bi rêya Serok Barzanî hat avakirin. Di mîtînga bihara 1991an de hat gotin ku divê bi hilbijartinan rewabûna şoreşê derbasî meşrûiyeta destûrî û demokratîk bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji sala 1992an heta hilbijartina dawî, PDK bû yekemîn û ti carî ji hilbijartinê netirsiya. Ji ber ku pişta partiya me li ser endam, alîgir, dost û welatparêzên Kurdistanê ye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PDK ev 2 sal in banga hilbijartinê dike û wiha hat gotin, “Lê hinek alî bi taybetî yên niha daxuyaniyê didin, dizanin ku kîjan partî rê li ber hilbijartinê digire. Ew jî dizanin ku kîjan aliyê siyasî gotiye eger hilbijartin were kirin jî em nahêlin sindoqên dengdanê li derveyî Degala bên danîn û hilbijartin li Silêmaniyê bên kirin."

Herwiha got, “PDK her tim piştgiriya hilbijartinan kiriye. Piştgiriya hilbijartinan dike, bi şertê ku îradeya gelê Kurdistanê were parastin û ji plansaziya pêşwext bêpar be. Gotinên PDKê şîroveyên miletekî ne û PDK li gel hilbijartinên şefaf û bê destwerdan e.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku PDK li gel wê yekê ye ku hilbijartinên ku mafên hemû pêkhateyan diparêze were kirin û hat destnîşankirin ku ne rast e ku pêkhateyên Tirkmen, Keldanî û Asûrî di Parlamentoya Iraqê de cih negrin û ji Parlamentoya Kurdistanê bên dûrxistin.