Li Amedê 20 ciwanên AK Partiyî derbazî CHPê bûn

Li Amedê 20 ciwanên AK Partiyî derbazî CHPê bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku 20 endamên Baskê Ciwanan ên Şaxa Amedê ya AK Partiyê, ji partiyê îstifa kirine û derbazî Partiya Gel a Komarê (CHP) kirine.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, di derbarê mijarê de got: " AK Partiyê, ji bo kesên jê veqetiyane banga 'vegerin mala xwe’ kiribû. Baskê Ciwanan a Şawa Amedê ya AK Partiyê bersiva vê bangê da."

20 endamên Baskê Ciwanan a Şaxa Amedê ya AK Partiyê, ji AK Partiyê îstifa kirin û derbazî Baskê Ciwanan a Şaxa Amedê ya CHPê bûn.

Bi weşana zindî merasÎma ciwanên ku beşdarî Baskê Ciwanan a Şaxa Amedê ya CHPê bûn hate parvekirin.

Piştî ku ew 20 ciwan ji AK Partiyê îstifa kirin, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bang li ciwanan kiribû ku beşdarî CHPê bibin.