Îran: Bi Amerîka re danûstandina me ya bi peyaman dewam dike!

Dîroka Weşanê :
Îran: Bi Amerîka re danûstandina me ya bi peyaman dewam dike!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahyan, piştî civîna kabîneya hikûmetê li Tehranê ragihand ku danûstandina wan a ligel Amerîkayê bi rêya peyaman dewam dike.

Li gorî ragihandina Ajansa Xwendekarên Îranê (ISNA) ya nîvfermî Ebdulahyan derbarê hevdîtinên zindîkirina peymana atomî de daxuyanî da û li ser rewşa dawî got, gotûbêjên navbera rêveberiya Amerîka û Îranê de, ne di rojevê de ne û Amerîka bi durutîyê tawanbar kir.

Herwiha Ebdulehyan diyar kir, "Em bi aliyê Amerîkî re bi berdewamî danûstandina peyaman dikin. Danûstandina me ya dawî jî beriya kêmtirî 72 saetan bû.”

Hêjayî gotinê ye, hevdîtinên zindîkirina peymana nukleerî yên li Vîyenayê têne kirin û tê xwestin Amerîka ji nû ve beşdarî peymanê bibe, ji ber nakokiyên navbera Washington û Tehranê meha Îlanê hatibûn rawestandin.