PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê li navça Bazîdê ber destê êvarê piştî barîna barana xwurt lehî rabû û av ket gelek kolan û avahiyan. Li gundê bi ser Bazîdê yê bi navê Karaburunê, zarokekî bi navê Devran Öztürk (8) ket ber pêla ava lehiyê.
Gundî bûyerê dereng dîtin û zarokê ji avê derxistin. Wê birin nexweşxana dewletê ya bi navê Doç. Dr. Yaşar Eryılmaz. Lê Dewran di rê de jiyana xwe ji dest dabû.
Li ser rabûna lehiyê şaredarî, îtfaiye û AFAD ê dest bi xebatên xwe yên tedbîrî kirin.