PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 969 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 969 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 159 kes li Hewlêrê, 389 kes li Silêmaniyê, 355 kes li Duhokê, 24 kes li Helebceyê, 39 kes li Germiyanê û 3 kes jî li Raperînê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 19 kesan jî di rojekê de ji ber koronayê can daye ku ew jî 7 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 4 kes li Germiyanê ne.
Herwiha hat ragihandin ku di 24 demjimêran de 878 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 148109 kesan, ya mirinan bû 3989 kes û heta niha 124628 nexweş jî baş bûne.