PeyamaKurd – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, kesên nenas peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Hejar Mukriyanî şewitandin.
Li gor dîmenên li tora civakî belav bûne, çend kesên nenas, agir bi peykerên Hejar Mukriyanî li meydana bajarê Mehabadê xistine û peyker tê şewitandin.
Hejar Mukriyanî, şaîr û helbestvanekî Kurd ê navdar e û peykerê wî ji aliyê hunermendê Kurd Hadî Ziyadîn ve hatibû çêkirin.
Şaîrê Kurd Hejar Mukriyanî navê wî Ebdulrehman Şerefkendî ye û sala 1921an li bajarê Mehabadê ji dayik bûye û çalakvanekî Komara Kurdistanê li Mehabadê bû. Hejar Mukriyanî, piştî şikestina komarê di sala 1947an de çû Silêmaniyê û pişt re li Bexdayê bi cih bû.
Hejar Mukriyanî, roja 21.02.1991an di temenê 70 saliyê de koça dawiyê kir û li bajarê Mehabadê hat veşartin.