PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi telefonê axivîn û pêwendiyên di navbera her du welatan de, pêşhatên dawî yên li Filistînê, cîhan û navçeyê gotûbêjkirin.
Li gor Serokayetiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê diyar kir, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Înê 7ê Nîsana 2023an pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di pêwendiya telofonî de Serokkomarên Îran û Tirkiyê pêwendiyên di navbera her du welatan de, “êrîşên Îsraîlê” yên li Filistînê, pêşhatên dawî yên navçe û cîhanê gotûbêj kirine.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Serokkomar Erdogan di pêwendiya telefonî de amaje bi wê yekê daye ku divê cîhana Îslamê li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Mescîda Aksa û Filistînê di nav yekitiyê de bin.”