18 sal ceza dan serokê berê yê îstîxbarata Kazakistanê

Dîroka Weşanê :
18 sal ceza dan serokê berê yê îstîxbarata Kazakistanê

PeyamaKurd – Serokê berê yê Komîta Netewî yê Ewlehiya Kazakistanê (îstîxbarat) Kerîm Masimov bi sedema ‘îxaneta bi welatê xwe’ re 18 sal ceza girt. Li gor ragihandina dadgeha daweyên ceza û îxtîsasê ya Astanayê; celsa darizandina serokê berê yê îstîxbaratê Masimov û 3 cîgirên wî bi dizî hat kirin û ev celsa dawî ya biryarê bû.

Dadgehê biryarê da ku bi sedema îxaneta welat, destdanîna ser desthilata dewletê ya bi zorê, bikaranîna wezîfeya xwe ya bi xerabiyê 18 sal ceza dayê û hem biryara destdanîna ser malên wî yên heyî da. Di dema Kerîm Masimov li ser karê xwe bûye, cîgirên ku pê re xebitîne Anuar Sadıkulov 16 sal û Daulet Yergojin jî 15 sal ceza sitend. Cîgirê sêyem Marat Osipov bi sedema ‘erka xwe bi xerabî bikaraniye’ 3 sal ceza danê û heya bi heyayê wî ji karê xizmeta giştî qedexe kirin.

Di biryarê de, rutbeyên Masimov û cîgirên wî yên ku dewletê dabû wan û bi xelatên dewletê ve hatin betalkirin.

Masimov, bi cîgirên xwe ve, piştî bûyerên ku li Kazakistanê çêbûn, di serê sala 2022an de bi tohmeta îxaneta bi welat re û bidestxistina îqtîdarê di rêya zorê de hatibûn binçavkirin.