Iraq bi kompaniya Fransî re peymaneke petrol û gazê îmze kir

Dîroka Weşanê :
Iraq bi kompaniya Fransî re peymaneke petrol û gazê îmze kir

PeyamaKurd – Iraq bi kompaniya petrolê ya Fransî Totalê re, peymaneke petrol û gazê ya bi qasî 27 milyar dolarî îmze kir.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de bi şîrketa Fransî Totalê re peymaneke ji bo pêşxistin û veberhênana qada petrol û gazê hat îmzekirin.

Li gorî vê peymanê, kapasîteya zeviya Petrolê ya Artavî, ku rojane xwedî 85 hezar bermîl petrolê ye, dê were pêşxistin û hilberîna rojane dê bibe 210 hezar bermîl û karmendên Iraqî yên ku di vî warî de dixebitin dê bêne perwerdekirin.

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a peymanê de, siteya Gazê ya Artavî ya bi kapasîteya 600 metre çargoşe dê were avakirin û ji bo bazarên herêmî ji gaza şilavî rojane 3 hezar ton LPG were hilberandin.

Bi peymana ku di navbera Iraq û Fransayê de hat îmzekirin, tesîsên ku bi hêza enerjiya rojê 1000 megawat elektrîk hilberînin jî dê bên avakirin.

Herwiha hat ragihandin ku maliyeta gişti ya peymane, dê 27 milyar dolar be.

Firotina her bermîlek petrolê, wekî 50 dolar tê hesibandin û hat destnîşan kirin, ku dê 95 milyar dolar dahat ji vê yekê bê bidestxistin.