Îran: Haya me ji êrîsên li Herêma Kurdistanê tuneye!

Dîroka Weşanê :
Îran: Haya me ji êrîsên li Herêma Kurdistanê tuneye!

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî, bi rêya daxuyaniyekê, êrîşên ku îro li dijî Herêma Kurdistanê hatibûn kirin û ji aliyê Supayê Pasdaran ên Îranê ve berpirsiyarî hatibû girtin, axivî. Kenanî li ser êrîşan got ku haya wan, jê tuneye.

 Nasir Kenanî, di daxuyaniya çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsa êrîşên li dijî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ya li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê hatibûn kirin, îdia kir ku haya wan jê tuneye.

Kenanî di bersiva xwe de got ku “Ez jî wekî we ji çapemeniyê hîn bûm. Ji ber vê yekê ez ê nekevim nav hûrgiliyan. Aliyên pêwendîdar dê agahiyên zêdetir parve bikin. Me dubare kiribû ku em ê li dijî êrîşên kesên cudakar ên li Herêma Kurdistanê, bêdeng nemînin.

Em di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mafên xwe bi kar tînin.”

Piştî êrîşên hatibûn kirin, Supaya Pasdarên Îranê berpirsyariya xwe ya ji bo êrîşa li ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ragihandibû.