PeyamaKurd – Almanya li ser şerê navbera Fîlîstînê û Îsraîlê dest bi tehliya hemwelatiyên xwe yên li Îsraîlê kir. Balafira yekem ya ku hemwelatiyên Almanya ji Îsraîlê bir bajarê Frankfurtê xwe danî balafirgehê. Wê hezar hemwelatiyên din yên Almanya jî dagerin welatê xwe.
Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Almanya; di balafirê de 372 hemwelatiyên Alman hebûne ku ji Îsraîlê çûne Frankfurtê.
Balafireka dinê ya rêyên hewayî ya Lufthansayê, weka balafira duyem ji Îsraîlê bi hewa ket û xwe danî balafirgeha Muniha Almanya. Wê du balafirên din jî ji Îsraîlê herin Almanya û hemwelatiyên Almanya ji îsraîlê bibin welatê wan.