PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, nûnerên aboriyê yên Rusyayê û nûnerên aboriyê yên welatên Îslamî, di 14. Forûma Kazanê de hatin cem hev.
Hat ragihandin ku civîna ku li Kazana paytexta Tatarîstanê ya ku beşek ji Federasyona Rusyayê ye, dest pê kir.
Li gorî agahiyên ku di derbarê forumê de hatin dayîn, armanca vê civînê ew e ku têkiliyên bazirganî, aborî, zanistî, teknîkî, civakî û çandî di navbera welatên endamên (OIC) de bên xurtkirin.
Her wiha hat zanîn ku rêxistinên navneteweyî, nûnerên saziyên giştî û darayî, karbidestên balyozxaneyan, siyasetmedar, sermayedar û karsazan tê payîn ku di forumê de bicivin û ji 86 welatên cuda zêdetirî 7,000 beşdar bibin.
Li gorî agahiyên teknîkî, dê di çarçoveya forumê de 140 civînên tematîk jî di nav de 200 çalakî bên lidarxistin.