2 efserên Pêsmerge ji aliyê PKKê ve hatin revandin

Dîroka Weşanê :
2 efserên Pêsmerge ji aliyê PKKê ve hatin revandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku çekdarên PKKê du efserên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Şingalê revandin.

Li gorî zanyariyên gihîştine K24ê her du efser ji komelgeha Xanesorê ber bi gundê Barê ve diçûn û ketin kemîna çekdarên PKKê ku çekdarên PKKê ew ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Berpirsê Karîger ê Hêza Pêşmerge Eqîd Luqman Gulê li ser bûyerê got, “Du efserên hêza me yên bi nave Fêro Mîrza Osman û Bedel Emîn Osman) ku pismanên hevdu ne û di moletê de bûn, li xaleke kontrolê ya PKKê di navbera Xanesor û gundê Barê hatin revandin.”

Bavê efserekî û mamê yê din Emîn Osman got: “Her ji dema bihîstina dengoya girtina wan her du efseran, em çûn cem berpirsên PKKê û me ji wan daxwaza wan kir ta ku azad bikin, lê PKKê red kir ku ew her du efser li cem wan bin.”

Emîn Osman da zanîn: “Şahidê me hene ku çekdarên PKKê ew her du efserên hêza Pêşmergeyên Şingalê revandine. Me molet daye PKKê, eger wan azad nekin, em ê rêkarên din bigirin ber xwe.”