Parlamentoya Iraqê îro dicive

Dîroka Weşanê :
Parlamentoya Iraqê îro dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê îro ji bo baweriyê bide kabîneya serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî civînekê li dar dixe.

Li gor Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî do Çarşemê diyar kir, Parlamentoya Iraqê wê Pêncşemê 27.10.2022 bicive û baweriyê bide kabîneya serokwezîrê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî.

Beriya niha jî Serokwezîrê Iraqê yê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî nameyek ji ofîsa Serokê Parlamentoyê re şandibû û daxwaz kiribû ku parlamento roja Pêncşemê bicive û deng bide kabîneya nû ya hikûmetê.

Herwiha çavkaniyeke Çarçoveya Hevahengiyê ji medyayên Iraqî re ragihand, di qonaxa yekem de wê dengdan ji bo 16 ji 22 wezaretan bê kirin. Piştî ku rêkeftin li ser 6 wezaretên din bê kirin, parlamento wê rojeke din pêkhateya kabîneyê pesend bike.