CHP: Dema hilbijartin bi ser bikeve, dê Yavas û Îmamoglû…

Dîroka Weşanê :
CHP: Dema hilbijartin bi ser bikeve, dê Yavas û Îmamoglû…

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bulent Kuşoglu, bi rêya bernameyeke TVyê ragihand ku heger hilbijartinên Tirkiyeyê bi ser bikevin, şaredar Ekrem Îmamoglu û Mansûr Yavaş dê demildest alîkariya alîkariya Serokomarî nekin.

Bulent Kuşoglu, di bernameya bi navê 'Memleket’ de li ser hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û bakur axivî.

Kuşoglu bal kişand ser mijara ku dê serokşaredarên Enqere û Stenbolê yên bajarên mezin Ekrem Îmamoglu û Nansur Yavaş bibin alîkarên Serokomarê Tirkiyeyê û da zanîn ku di hegera biserketina tifaqa opzîsyonê ya Tifaqa Milet de dê ew karê şaredartiyê û alîkariya serokomariyê di heman deme de bi rê ve nebin.

Kuşoglu, axaftina xwe ya di vê derbarê de wiha berdewam kir:

"Piştî ku di hilbijartinan de bi ser ket, dema ku 2 şaredaran wekî cîgirê serokomar bên tayînkirin, em ê herdu şaredariyên xwe jî bi destên Ak Partiyê re berdin. Di kevneşopiya Dewleta Tirk de tiştekî wisa tuneye. Birêz Kiliçdaroglu vê yekê qet nake. Her wiha serokên Tifaqa Milet jî dê li dijî vê yekê bin.

Ne hewce ye ku heta 14ê Gulanê dest ji postên xwe berdin. Piştî ku Kiliçdaroglû hat hilbijartin, dê şêwir bê kirin. Heger tayînkirina wan guncav bê dîtin, dê dest ji şaredariyan berdin û wekî cîgirên serokomar bên tayînkirin. Heger bi gotina “Di şaredariyan de tiştên ku bên kirin hene” biryar bê girtin, şaredarî dê heta Adara 2024an karê xwe bidomînin. Piştî vê yekê ew ê dest bi vî karî bikin."