Bîlançoya erdhejê girantir dibe: Hejmara kesên wefat kirine…

Dîroka Weşanê :
Bîlançoya erdhejê girantir dibe: Hejmara kesên wefat kirine…

PeyamaKurd –  AFADê ragihand, ji saet 07:45an pê ve di erdhejên navenda Mereşê de 12 hezar û 873 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 937 kes jî birîndar bûne.

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) diyar kir, li Pazarcikê 2 erdhejên bi lerza 7,7 û li Mereşê jî bi hêza 7,6 li Elbistanê çêbûn.

Piştî erdhejan 1052 erdhej çêbûn, li gorî agahiyên dawî yên SAKOMê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê bi giştî 12 hezar û 873 kesan jiyana xwe ji dest dane. 62 hezar û 937 kes jî birîndar bûn.

Li herêmê 22 hezar û 277 personelên lêgerîn û xelaskirinê ku ji AFAD, PAK, JAK, JÖAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, Îtfaiye, Xelaskirin, MEB, STK û xebatkarên lêgerîn û xelaskirinê yên navneteweyî pêk tên dixebitin. Di encama danûstandinên bi Wezareta Karên Derve re hejmara personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji welatên din 5 hezar û 709 e.

Herwiha hejmara personelên ku li herêmê dixebitin derket 110 hezar û 571an û ji AFAD, Polîs, Jenderme, MSB, UMKE, Ekîbên Ambulans, Dildar, Ewlehiya Herêmî û Ekîbên Piştgiriya Herêmî hatin wezîfedarkirin.