Îranê ji bo agirbesa li Yemenê razîbûna xwe diyar kir

Dîroka Weşanê :
Îranê ji bo agirbesa li Yemenê razîbûna xwe diyar kir

PeyamaKurd – Îranê razîbûna xwe ji bo agirbesa li Yemenê ragihand. Agirbesa navbera Yemenê di 2 yê nîsana 2022 an de destpêkiribû û niha ji bo 2 mehên din jî hat dirêjkirin. Li ser navê Îranê, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Saîd Xatîbzade daxwuyaniyekî nivîskî da û weha got:

“Îran hêvî dike ku dorpêç bi temamî rabin, agirbesekî dewamî hebe û mijar bigihê çareseriyekî siyasî. Em qebûl dikin ku tekane rêya çareseriya krîza li Yemenê, çareseriya xebatên siyasîne.”

Hukumeta Yemenê û Hûsî bi navbeynkariya Neteweyên Yekgirtî di 2 yê nîsanê de agirbesê ragihandibûn û ji bo nekirina operasyonan ya di hewa, derya û bejayiyê de lihev kiribûn. Nûnerê NY yê taybet yê ji bo Yemenê Grundberg, bi sedema wextê agirbesê do diqediya, berya wexta qedandina agirbesê were, ragihandibû ku terefên li Yemenê ji bo agirbesekî din ya ji bo 2 mehan lihev kirine.