PeyamaKurd – Li payîtexta Lîbya li Trablûsê li devera Fîrnac û Zawiye ed-Dehmaniye di navbera du grûbên çekdar yên ku li rojavayê welat xebat dikin, şer derket û 13 kes hatin kuştin ku 3 ji wan kuştiyan sîvîlin. Hat gotin ku şer di navbera rêxistina “Rada” ku nêzî hukumeta Yekîtiya Netewî ye û “Parastvanên Serokatiyê” de derketiye.
Li gor ajansa Lîbya ya bi navê Raid ê; ji ber pevçûn û şer seferên an ku firên balafirgeha Mitigayê hatin betalkirin. Balafirên ku çûn Tarblûsê wan şandin balafirgeha Misrata ku ji Trablûsê 200 km dûr e.