PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Qurbanê peyama pîrozbahiya cejnê da û got:
“Ez cejna Qurbanê ya Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê ji dil û can pîroz dikim. Ez temamê malbatên şehîdan, Pêşmergên qehreman û Kurdistaniyên ezîz pîroz dikim. Bila vê cejna pîroz ji bo temamê xelkê Kurdistanê xêr û selametiyê bîne. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku cejn ji bo herêma me û dinyayê îstîqrar û yekîtiyê bîne.
Bila cejna we pîroz be û bi selametî bimînin.”
Li aliyê dinê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyama pîrozbahiya cejna Qurbanê da û ji bo terefan got ku rûpeleka nûh vekin. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de cejna temamê Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî weha got:
“Em cejnê bikin derfetekî da rûpelekî nûh ji bo terefan vekin. Bila cejn bibe peyama xweşbînî, aştiyê û lihevkirinê. Em hev hembêz bikin, têkiliyên xwe nûh bikin û bi hevre rûpelekî nûh vekin.
Xelkê Kurdistanê berya her tiştî ji partiyên siyasî dixwaze ku cejn di nav yekîtî û hevkariyê de ji bo di dahatûyê de em bi hevre tevbigerin, em ji xwe re bikin derfetekî. Em vê bendeya xelkê xwe bicîh bînin.
Cejna we hemûyan pîroz be.”