Serokê MOSSADê: Dijmin biçûk nebînin!

Dîroka Weşanê :
Serokê MOSSADê: Dijmin biçûk nebînin!

PeyamaKurd- Serokê Îstîxbarata Derve yê Îsraîlê (MOSSAD) David Barnea, bi boneya salvegera 50yemîn a Şerê Yom Kippurê daxuyanî da û bi vê daxuyaniyê welatê xwe hişyar kir ku divê ew dijmin û derfetên dijmin biçûk nebînin.

David Barnea, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ji bo salvegera Şerê Yom Kippurê ku di navbera 6 û 25ê Cotmeha 1973yan de çêbûbû de got ku “Îsraîl ji bo ku li hember gefên ku li ber xwe dide, divê nirxandineke rasteqîn bike.”

Barnea bi berdeamî bal kişand ser rewşa aloz a welatê xwe û got, “Divê dijmin û derfetên dijmin biçûk neyên dîtin û ew wekî Îsraîl ji bo asayîbûnê jî têbikoşin. Welatên ku daxwaza wan a aştiyê kêm bûye, mehkûmê kaşkirina şer in.”

Serokê MOSSADê diyar kir ku piştî 50 sal di ser şer re derbas bûn, MOSSADê biryar da ku pirtûkeke lêkolînên dîrokî yên li ser şer biweşîne.

Şerê Yom Kippurê, şerê herî mezin ê Rojhilata Navîn e ku di navbera 6 û 25ê Cotmeha 1973yan de ji aliyê Misir û Suriyeyê ve li dijî Îsraîlê dest pê kir.