Orban: Destpêkirina pêvajoyê, bi guman e

Dîroka Weşanê :
Orban: Destpêkirina pêvajoyê, bi guman e

PeyamaKurd- Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban amaje bi wê yekê kir ku destpêkirina pêvajoya endamtiya Ukraynayê ya li Yekîtiya Ewropayê (YE) ku şer lê berdewam e, gumanbar e.

Viktor Orban, di derbarê pêvajoya endamtiya Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê de nirxandinek kir.

Orban diyar kir ku ji bo endametiya nû ya YEyê yekdengiya 27 welatên endam lazim e û diyar kir ku divê li Parlamentoya Macarîstanê, li ser endamtiya Ukraynayê ku armanc dike di nav 2 salan de bikeve YEyê, dengdan bê kirin.

Orban got, "Dema ku ez li meclîsê me, di nav 2 salan de ji bo endamtiya Ukraynayê ya li Yekîtiya Ewropayê dengê xwe nade Parlamentoya Macarîstanê. Ji ber vê yekê ez li hember van planên hovane hişyar im. Divê YE bersiva pirsên dûr û dirêj bide da ku biryara destpêkirina danûstandinan bide.”

Viktor Orban diyar kir ku welatên endam wê di payîzê de li Brukselê li ser pêşeroja Ukraynayê biaxivin û ji ber vê pirsê ku "endamtiya welatekî di vê pozîsyonê de divê bi cidî were nirxandin.