Îstixbarata Rusî: Di wan kestiyan de sopên teqemeniyê hebûn

Dîroka Weşanê :
Îstixbarata Rusî: Di wan kestiyan de sopên teqemeniyê hebûn

PeyamaKurd- Piştî ku hefteya borî Peymana Korîdora Genim ji aliyê rayedarên Rusyayê ve hat betalkirin, îstîxbarata Rusyayê îdia kir ku di keştiyên ji Tirkiyeyê hatine de ew rast li hin şopên teqemeniyê hatine.

Di pêvajoya piştî betalkirina peymanê ku bi  navbeynkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî bi Ukraynayê re hatibû destnîşankirin, îro ji yekîneya îstîxbarata Rusyayê (FSB) daxuyaniyek nû hat dayîn.

Di daxuyaniya ajansa nûçeyan a Brîtanî ya Reutersê de ku bi sernivîsa deqeya dawî hat dayîn, FSBê îdia kir ku "Di maşîna ku ji Tirkiyeyê ji bo veguhestina genim hat bajarê Rusyayê Rostov na Danuyê de şopên teqemeniyê hatin dîtin."

Di nûçeya ku ajansa nûçeyan a Rusî TASSê de cih girt, hat ragihandin ku keştiya navborî di meha gulanê de li bendera Kiliya ya Ukraynayê lenger bû û hat destnîşankirin ku dibe ku vê keştiyê teqemenî biribe Ukraynayê.